Statement of the First Congress of the Kurdistan Diaspora Women’s Federation
Kuştinên bi navê “namûsê” Tundûtûjiyeke siyasî ye li dijî nasnamayên jinan e
Kuştinên bi navê „namûsê“di bingehê xwe de, awayekî înkar û tundûtûjiya sistematîk e ku armanca wê hedefgirtina nasnameyên jinê û jiyana wê ye. Ev tişt tenê bi têgihên wek “şerefa malbatê” an jî “kevneşopî” nayê ifadekirin. Ji ber ku armanca wî zîhnîyetê de ne tenê kesek tê kuştin, lê jî azadiya jinê, îradeya wê û nasnameya wê tê kûştin tê piçûkkirin.
Di civakên ku avahiya eril mêranî de, jin bi taybetî rastî zext û kontrolê tê. Ev rewş tenê pirsgirêkek nav malê nîne; ew encama têkiliyên hêzê yên piralî ye ku sîstema dewlet, qanûn û avahiyên siyasî jî tê de cih digirin. Ji ber vê yekê, daxwaz û têkoşîna azadiya jinê gelek caran tê tepeser kirin; bi navê kevneşopî, qanûn, adet, ol û normên civakî.
Kuştinên bi navê „namûsê „ne tenê reaksiyonek “hêrsê ya alîyekî” ne, lê mekanîzmayek e ku armanca wê kontrolkirina laş û jiyana jinê ye. Di vê nêrînê de jin wek kesek azad nayê dîtin, lê wek hebûnek ku divê were kontrol kirin tê dîtin.
Manaya “namûsê” jî gelek caran ji wateya xwe ya rast hatiye dûr xistin û bûye amûrek ji bo kontrolkirina jinê. Namûs ne têgehek e ku bi laşê jinê ve were sînorkirin. Ev nêrîn jinê wek tiştek an jî mulkêk, ne wek kesek xwedî azadî û mafdar têditîn.
Ev zihniyet tenê ji aliyê kesan ve nayê xurtkirin; di heman demê de qanûnên kêm, çanda bêceza û hin sîyasetê dewletî jî rolekî girîng dilîzin. Dema ku her cure tundûtûjiyê li dijî jinê têr nayê ceza kirin, an jî bi awayekî “sivîk” tê dîtin, ev yek dibe sedem ku tundayî kûştin cîvake de zêde û normal dibe.
Mînakekê di vê mijarê de Qanûna Cezayê Iraqê, maddeya 409 e. Di hin şîroveyan de ev madde wisa hatiye têgihandin ku heke mêr jina xwe an jî xizmeke jin di rewşa “têkiliya şikestî” an “gûmana zinayê” de bibîne û wê bişkîne an jî bikuje, ev rewş dikare wek sedemek kêmkirina cezayê were hesibandin. Ev nêrîn di pratîkê de li hin dozan de bûye sedem ku cezayên giran werin kêmkirin.
Ev rewş nîşan dide ku kuştinên bi navê „namûsê“ tenê pirsgirêkek kesekî nîne, lê pirsgirêkekî civakî, qanûnî û siyasî ye. Ji ber vê yekê, têkoşîna jinan jî tenê civakî nîne, lê di heman demê de têkoşîneke siyasî ye.
Têkoşîna jinên Kurd û hemû jinên din ên li cîhanê ji bo wekhevî û azadiyê, têkoşîneke jiyanê ye. Her pergalek ku vê têkoşînê tevlîhev dike, di rastiyê de pergalek zordar e ku jiyana jinê di xeteriyê de dihêle
Bi kurtî, kuştinên bi navê „namûsê“ne pirsgirêkek “namûsê” ne, lê pirsgirêkekî kûr e ku armanca wê kontrolkirin û tune kirina nasnameyanên jinê ye. „Namûsa“rastîn parastina jiyanê ye, ne standina wê. Jin divê bi azadî, ewlehî û wekhevî bijîn, û her zihniyete hov ku vê asteng dike, divê were şermezkirin were guhertin.
Necla Çamlıbel