Peyama Federasyona Jinên Dîasporaya Kurdistanê jibo Bîranîna Sala 12emîn a Jenosîda Êzîdiyan
Xwişk û dayikên serbilind ên qurbaniyan û rizgarbûyên jenosîda Kurdên Êzîd
Di 3’ê Tebaxa 2014’an de, 12 sal berê, yek ji hovaneştirîn û
nemirovaneştirîn sûcên sedsala nû li dijî yek ji pêkhateyên resen ên civaka me
hate kirin. Di wê roja reş de, terorîstên DAIŞ’ê êrîşî Şengal û deverên derdora
wê kirin. Di encama vê êrîşa hovane de, hezaran sivîl hatin koçberkirin, malên
wan hatin wêrankirin, komkujî hatin kirin û gelek jin, zarok û mêr hatin
revandin.
Em, wek Federasyona Jinên Dîasporaya Kurdistanê, vê bîranîna
xemgîn wek beşek ji dîroka bi xwîn a gelê Kurd dibînin. Bi hurmet û rêzgirtinek
mezin silava xwe ji bo berxwedana dayikên dilşewitî, jinên têkoşer û hemû
malbatên vê trajediyê dişînin; wan kesan ku tevî hemû êş û zehmetiyan,
nasnameya neteweyî û olî ya xwe parastin.
Xwişkên me yên bindestkirî… DAIŞ bi êrîşên xwe re birînên
giran ên derûnî û laşî li ser jinên Êzîdî anîn. Bi tundetîya cinsî,
destdirêjiyên her cure û hewildanên ji bo têkbirina nasname û guherandina
demografiya herêmê, sûcên ku li gorî yasayên navneteweyî di çarçoveya Jenosidê
û sûcên li dijî mirovahiyê de tên nirxandin, û qebul kirin.
Di vê bîranîna trajîk de, Federasyona Jinên Dîasporaya
Kurdistanê, ligel ragihandina amadeya xwe ya tevahî ji bo piştgirîkirina
malbatên û doza jenosîda Êzîdiyan, van daxwaz û bangewaziyan dubare dike:
[27/08/2026 14:40] Nask: Em bi lez daxwaza avakirin û
çalakkirina dadgehek taybet li asta navneteweyî û nîştimanî dikin, da ku
sûcdarên DAIŞ’ê ji ber sûcên ku li dijî jin û zarokên Êzîdî kirine werin
dadgehkirin û cezakirin.
Em girîngiya lezgirtina hewildanên ji bo dîtin û azadkirina
hemû jin û zarokên revandî yên ku hêj çarenûsa wan nayê zanîn, û herwiha
pêşkêşkirina piştgiriya derûnî û civakî ji rizgarbûyan re, têxistin xala
sereke.
Em ji Hikûmeta Federal a Iraqê dixwazin ku erkê xwe yê
destûrî cih bîne; malbatên qurbaniyan bi awayekî dadperwerane bide qerebû, şert
û mercên vegera bi rûmet a koçberan bo welatê wan amade bike û Peymana Şengalê
bi cih bîne da ku herêm asayî bibe û ji nû ve were avakirin.
Em gavên parlamentoan û dewletên cîhanê yên ku vê trajediyê
wek jenosîd nas kirine pîroz dikin û bang li civaka navneteweyî dikin ku
hewildanên xwe ji bo parastina mafên pêkhateyên olî û neteweyî zêdetir bikin.
Bila di sala 12emîn a vê trajediyê de em hemû bi hev re li
dijî hizrên tundrewî û tundûtûjiya li dijî jinan têbikoşin û hemû hewildanên
xwe ji bo saxkirina birînên xwişkên me yên Êzîdî bikin.
Bi rûmet ji bo giyanên pak ên hemû şehîdên Kurdistanê û
qurbaniyên jenosîda Êzîdiyan.
Silav ji bo berxwedana jinên Êzîdî û dayikên wan ên
serbilind re dişînin.
Federasyona Jinên Dîasporaya Kurdistanê
3’ê
Tebaxa 2026