Beşdariya Federasyona jinên Diyaspora Kurdistanî di Newroza Civaka Kurd li almaniya li Berlîn.
Di 24.03.2026 de li Nûneratiya herêma Baden-Württemberg li Berlînê merasîma pêşwazîkirina Kurdische Gemeinde Deutschland (KGD) ya Newrozê hat lidarxistin.
Nêzîkî 200 mêvan ji siyaset, medyayê, civakê û çandê bi hev re destpêka biharê û sala Kurdî nû pîroz kirin. Ji aliyê Fedrasyona jinên Diyaspora Kurdistanî ve jî serok Sherin Zaki û endamên din wek Xunav Hajo, Lilan Mela Abdullah û yên din beşdar bûn.
Ev bûyer bi awayekî fermî ji aliyê Rudi Hoogvliet, sekreterê dewletê yê siyaseta medyayê û nûnerê herêma Baden-Württemberg li federasyonê, û her weha ji aliyê Muhterem Aras, seroka Parlamentoya herêma Baden-Württemberg, hat vekirin. Piştî wê, Ali Ertan Toprak, serokê federal ê KGD, mêvanan pêşwazî kir.
Piştre axaftin hatin kirin ji aliyê Bodo Ramelow, cîgirê serokê perlema; ji aliyê wezîra federal a perwerdehiyê, malbatê, kal û pîran, jinan û ciwanan Karin Prien; ji aliyê cîgirê serokê partiya SPD Achim Post; ji aliyê Pegah Edalatian, rêveberê siyasî ya Bündnis 90/Die Grünen; ji aliyê serokê şêwirmendiya KGD Herbert Schmalstieg û ji aliyê arşebîşop Thomas Schirrmacher.
Axêveranan Newroz wekî cejnê hêviyê binav kirin û li ser rewşa Kurd û Kurdistanî, têkoşîna wan bo azadî û serxwbûn ê li welatê xwe, her weha nirxên demokratîk li Almanyayê rawestiyan.
Ew Şev bi muzîk ê jî xweştir bû bi hunermendên Nurê Dlovani û Aslî Zelal ve.