Cejna Newrozê li Parlamantoya eyaleta Schleswig-Holstein a li Almanyayê hate pîroz kirin
Di ruhêk girîng a çandî û dîplomasî de, merasîma Newrozê di salona Parlamantoya eyaleta Schleswig-Holstein a Almanyayê de hate lidarxistin. Ev çalakî bi hevkariya parlamenter Seîran Papo hate rêxistin û wekî derfetek ji bo têkildana çanda Kurdî bi civaka Alman û zêdekirina têkiliyên çandî hate nirxandin.
Di wê merasîmê pîrozbahîya Newrozê de, birêz Şifa Barzanî û berpirsê giştî yê rêwenda Kurdistanî, rêzek hevdîtinên bilind bi berpirsên hukûmet û parlamentê re hat nîşankirin. Di şahîya Newroz de Tobias Koch, serokê fraksiyona CDU û Finika Magdalena, wezîra navxweyî ya eyaletê jî amadebûn. Axaftina xwe de Birêz Şifa Barzanî bal kişand ser rola civaka Kurdî wek yek ji mezintirîn komên diasporayê li Almanyayê û girîngiya rêzgirtina qanûnên welatê mêvan û pêşxistina hemahengiya çandî dubare kirin.
Her weha wî şevê de endamên Federasyona Jinên Diyaspora Kurdistan bi beşdariyek çalak û berbiçav di merasîmê de amade bûn. Nûnerên Federasyonê di nav wan de Selame Elî Ebdullah Xan bu amadebûna xwe li vê navenda girîng a Almanyayê wek peyamek girîng ji bo nîşandana rola jinên Kurd di parastina nasnameya neteweyî û çandî de li derveyî welatê de çıqas girînge anî ser ziman.
Şahîya Newroz atmosferek bi dil xweşiyê û bi tekîlîye dil germî berdevam kir.