Newroz Li Ewropayê: Bruksel Dibe Navenda Hevdîtina Siyasî û Çandî
Li Brukselê, di navenda Parlamentoya Ewropayê de, bi vesîleya Newroz kokteyla pîrozbahiyê hate lidarxistin. Ev çalakî ji aliyê Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Yekîtiya Ewropayê û Grûpa S&D ve hate organîzekirin.
Di resepsiyonê de endamên Parlamentoya Ewropayê, nûnertiyên saziyên Ewropayê, kesayetên navdar ên Kurd, aktorên civaka sivîl û endamên diasporayê beşdar bûn. Ev civîn bû cihê hevdîtin û danûstandinên girîng di asta siyasî û çandî de.
Ser Navê Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê (KDWF) jî birêz Karina Wezîr di vê çalakiyê de cih girt û wisa xuyakirin ku ew berdewam e ku di asta Ewropayê de diyalog û têkiliyên xwe xurt bike. Ev beşdariya KDWF’ê ji bo xurtkirina dengê jinên Kurd li Ewropayê girîng hat dîtin.
Di nav demên herî balkêş ên şevê de jî, her usa hunermendê navdar ê Kurd Şivan Perwer amade bû. Hebûna wî bû sedem ku çalakî bêtir reng û wateyeke çandî bistîne.
Şev bi muzîk, danûstandinên çandî û govendên kevneşopî hat xweşkirin, û ev yek bû sedem ku atmosfera diyalog, têkili û hevpariyê were afirandin.
Serokê Têkiliyên Derveyî yê Karina Wzîr KDWF’ê di vê resepsiyonê de federasyon temsîl kir û bi hevkarên Ewropayî re civînên avakirî pêk anî. Di van civînan de mijarên wek xurtkirina rola jinên Kurd li Ewropayê û pêşxistina hevkariyê di navbera saziyan de hatin nîqaşkirin.
Di dawiya çalakiyê de, spasiya organîzator û hevkaran hate kirin û hat diyarkirin ku KDWF dê berdewam bike di xebatên xwe de ji bo avakirina piranîyên nû û bilindkirina dengê jinên Kurd li Ewropayê bidomîne.