Wezîra Jinan a Avusturyayê Pêşwaziya Çalakvanên Kurd Dike

Wezîra Jinan a Avusturyayê Pêşwaziya Çalakvanên Kurd Dike


Wezîra Jinan, Zanist û Lêkolînê ya Avusturyayê, Eva  Maria Holzleitner, li paytexta Viyanayê pêşwaziya çar jinên çalakvan ên Kurd kir. Di civîna ku di atmosferê germ û hevaltî de ser, rola jinên Kurd li Avusturyayê, çalakiyên civakî û girîngiya rêxistinbûna jinan hate nirxandin.

Di civînê de Hiwa Huseyîn, endama Federasyona Jinên Dîasporaya Kurdistanê, bi Helena Ehmed, Evin Qaderiyan û Berîvan Kargin re amade bûn. Beşdarvanan li ser kar û xebatên jinên Kurd li dîasporayê û her weha agahdarîyên xwe de bal kişandin ser beşdarbûna jinan di jiyana civakî û siyasî de.

Di dawiya seradanê de Hiwa Huseyîn tabloya “Kezî” wek diyariyek taybet pêşkêşî Wezîr Holzleitner kir. Diyariyê wek nîşaneke çand û hunera Kurdî hate nirxandin û bi dilxweşî hat qebûlkirin.