Leyla Qasim di dîroka Kurdan de bûye nîşana welatparêziyê, berxwedanê û neketinê li dijî zilmê ye
Îro em bi rêz û serbilindî bîranîna Leyla Qasim dikin. Ew keça kurd a xwebawer û têkoşer bû ku ji bo azadiya gelê xwe xebitî û canê xwe wî rê de da.
Leyla Qasim di dîroka Kurdan de bûye nîşana welatparêziyê, berxwedanê û neketinê li dijî zilmê ye.
Di wê demê de ku rejîmê xwinxar dixwest deng û iradeya gelê kurd tine bike, Leyla Qasim bi serbilindî çû ser dara darê û nîşan da ku jinên kurd ne tenê beşek ji têkoşînê ne, belkî di pêşiya wê de ne.
Ew bi strana “Ey Reqîb” pêşwaziya mirinê kir da ku nifşên piştî wê bi azadî bijîn.
Em wek Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê dibêjin ku:
• Rêya Leyla Qasim hîn jî berdewam e.
• Jinên kurd li her derê cîhanê têkoşîna azadî û mafan didomînin.
• Divê em nasname û dîroka xwe biparêzin û ji bi nifşên nû re bibêjin û bidomînin.
• Tûcar azadî û bawerî bi zindan û zilmê nayên tunekirin.
Leyla Qasim ne tenê şehîdek e, ew sembola jina kurd a azadîxwaz e.
Em bi rêz û hêrsilav ruhê Leyla Qasim û hemû şehîdên Kurdistanê bi bîr tînin.
Nav û têkoşîna Leyla Qasim û hemû jinên têkoşer ên kurd dê her tim bijîn.
Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê
12ê Gulanê 2026’an