Bi destpêşxerî û pêşniyara Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî û piştgiriya Nûnertiya Hikûmeta Herêmê, şandeke Kurdistanê beşdarî Foruma «Jinên Hezarsala Sêyem» li Moskowê dibe.

Bi destpêşxerî û pêşniyara Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî û piştgiriya Nûnertiya Hikûmeta Herêmê, şandeke Kurdistanê beşdarî Foruma «Jinên Hezarsala Sêyem» li Moskowê dibe.


Li ser pêşniyara Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî li Rûsyayê, îro Çarşemê, 18ê Mijdara 2026an, şandeke bilind a Herêma Kurdistanê beşdarî pêncemîn Foruma Navneteweyî ya (Jinên Hezarsala Sêyem) bû, ku li bajarê Moskowê bi amadebûna nûnerên zêdetirî 50 welatên cîhanê û herêmên cuda yên Rûsyaya Federal dest pê kir û dê ji bo dema du rojan (18 û 19ê Mijdarê) berdewam be.

Amadekarî, hemahengî û rêkxistinên beşdarkirina şanda Kurdistanê di vê foruma cîhanî de, ji aliyê Xanim Sêda Mosoyan, Berpirsa Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî li Rûsyayê, û bi hevkarî û piştgiriya Dîska Diyasporayê li Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyaya Federal bi serperiştiya Dr. Daner Ebûbekir Mistefa hatibû encamdan, ku tê de her yek ji birêzan Dr. Xanzad Ehmed, Emîndara Giştî ya Encûmena Bilind a Xaniman û Geşepêdanê li Hikûmeta Herêma Kurdistanê, û Xanim Zîba Teha, Sekretera Yekîtiya Afretên Kurdistanê nûnertiya Herêma Kurdistanê dikin.
Di çarçoveya bernameyên çandî yên forumê de, Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî pêşangeheke taybet a şêwekariyê ji bo tabloyên hunermend û wênesazê ciwan ê Kurdên Rûsyayê, Norîk Mosoyan, vekir ku bû cihê bala amadebûyan. Hevdem di forumê de, Dr. Xanzad gotara fermî ya Herêma Kurdistanê pêşkêş kir û tê de bal kişand ser rola girîng û pêşeng a jinên Kurd di warên jiyana civakî, bergirî, siyasî û aborî de di civaka Kurdistanê de.

Her bi hemahengiya Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî, şanda Kurdistanê di roja yekem de zincîreyek dîdar û civînên dualî (B2B) ligel kesayetiyên diyar ên beşdar encam dan, û biryar e di rojên pêş de jî dîdarên wan ligel xanimên serkirde, rêxistinên afretan, endamên parlamentoyê û navendên çandî û hunerî yên Rûsyayê berdewam bin.
Di dawiya karên roja yekem de, şanda Herêma Kurdistanê serdana Nûnertiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Moskowê kir û ligel Dr. Daner Ebûbekir Mistefa, Nûnerê Hikûmeta Herêma Kurdistanê li Rûsyaya Federal, û Xanim Sêda Mosoyan, Berpirsa Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî li Rûsyayê û desteya rêveber a federasyonê civiyan.

Di civînê de, Dr. Daner Ebûbekir Mistefa tevî bixêrhatina şandê, bal kişand ser girîngiya peywendiyên dîplomasî û çandî yên di navbera Herêma Kurdistanê û Rûsyaya Federal de û piştgiriya berdewam a Nûnertiya Hikûmeta Herêmê ji bo çalakiyên revenda Kurdî û rêxistinên jinan dûpat kir.

Herwiha pesnê rola çalak a Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî hate dayîn di gihandina dengê jina Kurd bo navendên navneteweyî de, û plan û bernameyên dahatû ji bo berfirehkirina zêdetir a kar û projeyên hevbeş ên di navbera Nûnertî û Federasyonê de li Rûsyayê hatin gotûbêjkirin.