Dengê Jinên Kurd li ser Sehneya Cîhanê: Serdaneke Serkeftî ya Şandeya Kurdistanê bo Rûsyayê
Moskow careke din bûye navendeke balkêş ji bo jinên bihêz, jîr û îlhambexş ji çar aliyên cîhanê. Li ser vexwendina fermî ya Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê, şandeyek ji Herêma Kurdistanê (Iraq) beşdarî Foruma Navneteweyî ya bi prestîj "Jina Hezarsala 3yemîn" bû. Şandeya bi rûmet nûnerên berbiçav ên gelê me dihewîne: Dr. Hanzad Ehmed, Sekretera Giştî ya Konseya Bilind a Jinan û Pêşveçûnê (SCWAD), û Zîba Taha Şahîn, Sekretera Yekîtiya Jinên Kurdistanê, rêxistineke civakî-siyasî ya jinan a girêdayî Partiya Demokrat a Kurdistanê (KDP).
Ev serdana girîng ij alyê Seda Musoyan, nûnera Federasyona Dîasporayê ya Jinên Kurd li Rûsyayê, bi piştgiriya Danar Mustafa, nûnera Hikûmeta Herêma Kurdistanê (Iraq), û mîmar Norik Musoyan, gengaz bû. Hewldanên wan ên hevrêzkirî asoyên nû ji bo diyaloga navneteweyî vekirin û pozîsyona Kurdistanê li ser sehneya cîhanî xurt kirin.
Dîplomasî û Asoyên Nû
Şand li Moskowê di asta herî bilind de hate pêşwazîkirin. Bernameya mijûl rêze hevdîtinên dualî yên girîng dihewîne. Hevdîtinên berhemdar bi konsulên Lîbya, bi organîzatorê Foruma Navneteweyî re, nûnerên Komara Tataristanê û berpirsên payebilind ên Federasyona Rûsyayê re hatin lidarxistin. Armanca sereke ya van hevdîtinan avakirina piran ji bo hevkariya bêtir sûdmend a hevbeş, danûstandina ezmûnan û pêşxistina têkiliyên navneteweyî bû.
Diyaloga Çandî
Ji bilî rojeva karsaziyê, bernameyek dewlemend a çandî û perwerdehî ji bo mêvanan hate organîzekirin. Vedîtina mîrateya dîrokî û mîmarî ya Moskowê rê da me ku em atmosfera pêşwazîkirinê bêtir biceribînin û têkiliyên çandî yên di navbera gelên me de xurt bikin.
Beşdarbûna jinên Kurd di forumên bi vî rengî de ne tenê serkeftinek dîplomatîk e, lê di heman demê de delîlek eşkere ye ku Kurdistan di pêvajoyên cîhanî de rolek girîng dilîze. Jinên Kurd berdewam dikin ku xwe wekî hêzek ajotinê ji bo aştî, pêşkeftin, zanist û afirîneriyê îspat bikin. Em bi nûnerên xwe serbilind in û baweriya me bi pêkanîna serketî ya hemî projeyên hevbeş ên plansazkirî heye!