Peyama Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî bi helkefta Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan

 Peyama Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî bi helkefta Roja Cîhanî ya Têkoşîna li Dijî Tundiya li Ser Jinan


Jinên azadîxwaz û wekhevîxwaz,

Her sal di vê rojê de, cîhan bi yek dengî li dijî her cure tundiyeke ku li ser jinan tê kirin radiweste. Em wek Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî, di vê bîranînê de bi rêz û hurmet li ber wan hemû jinên têkoşer û qurbaniyan serê xwe ditewînin ku di rêya azadî, rûmet û mafên xwe yên rewa de canê xwe feda kirine an jî rûbirûyî zilm û zordariyê bûne.

Tundiya li ser jinan ne tenê pirsgirêkeke malbatî an kesane ye, birîneke kûr a civakî, siyasî û mirovî ye ku pêşketina her civakekê asteng dike. Mixabin hîn jî jin bi awayên cuda rûbirûyî tundiya laşî, derûnî, aborî û siyasî dibin. Ji aliyekî ve sîstema mêrsalarî û kevneşopiyên paşverû, û ji aliyekî din ve jî dagirkerî, şer û bêîstîqrariya siyasî bûne sedem ku jin berdêlên girantir bidin.

Di vê rojê de, em wek Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî li ser van xalan tekez dikin:
- Em daxwaz dikin ku yasayên parastina jinan bi temamî bên bicihanîn û ji bo sûcdarên tundiyê û “kuştina bi navê namûsê” tu lêborîn tunebe.
-  Xweseriya aborî û hişyariya perwerdehiyê kilîta sereke ya rizgarbûna jinan e ji bindestî û tundiyê.
- Pêdivî ye hemû rêxistin û çalakvanên jinan li hundir û derveyî welat, dûrî cudahiyên siyasî û îdeolojîk, ji bo têkoşîna li dijî tundiyê yekdeng bin.
- Têkoşîna li dijî tundiyê ne tenê erkê jinan e; pêdivî ye mêrên azadîxwaz û rewşenbîr di vê têkoşînê de bibin hevpar û piştgirên sereke.
- Em vê rojê bikin rawestgehek ji bo nûkirina sozên xwe ji bo avakirina civakeke saxlem, wekhev û dûrî her cure tundiyê; civakeke ku tê de jin û mêr mil bi milê hev bi azadî û serbilindî bijîn.

Na ji tundiya li ser jinan
 Belê ji wekhevî, azadî û dadmendiyê re

Federasyona Jinên Diyasporaya Kurdistanî
25ê Mijdara 2026an