Rojhilata Kurdistanê axa kal û bavê me ye
- KDWF FEDERATION
- Jan 3
- 3 min read

Bi ber çavê dinyayê de, Rojhilata Navîn di merheleyêk girîng de derbaz dibe. Dewlet û rejîmên ku bi tundîya, înkar û serdestiyê xwe parastine, îro bi krîzên siyasî û civakî re rû bi rû ra derbazdibin. Di nav vê rewşê de, rastiyek her roj bi awayekî zelal tê xuyakirin û zanîn: edî bidengêk bilind tê qebûlkirin kû, Kurd li vê coğrafyayê ne mêvan in, xwedîyên dîrokî û civakî yên vê axên pîrozê nin.
Erdê ku Îran tê de ye, dîroka mirovahiyê hûndira xwe de parastîye. Li vir, bi hezaran salan re, gel, ziman û bawerî bi hev re jîyan en. Kurdistan, ne tenê bi dîroka dewlet û împaratoriyan tê nasîn; ew her weha bi têkoşîna gelên bindest, yên nasnameyên wan hatine înkar kirin û yên ji bo azadî û wekhevî rabûne tê nasîn. Di nav vê dîrokê de, cihê Kurdan bingehîn e. Herweha Herêma Zagros û derdorên wê, ji kevintirîn herêmên ku jiyana cihêbûyî li vir dest pê kirine ne. Ev herêm bi cihên ku îro Kurdan li wir dijîn re tê hevkirin. Ev rewș nîşan dide ku hebûna Kurdan li vê coğrafyayê ne tesaduf e, lê berdewamîyekî dîrokî ye.
Lêkolînên dîrokî û çavkanîyên kevn dibêjin ku bingehên Kurdan bi Medan ve têkildar in. Medan di sedsala 7-an a berî zayînê de li erdê Îranê hêzekî siyasî avakirin. Ziman û çanda wan bi rêya Kurdan heta îro hatiye parastin. Ev berdewamî, Kurdan wek gelêkî kevn, ser û xwedîyê wê axê nin.
Lê dîroka Kurdistanê tenê dîroka berdewamî nîne; ew her weha dîroka şîdet û înkarê ye. Ji monarşiya Pehlevî heta Komara Îslamî, rejîmên ku li Îranê hatine ser desthilatê, siyaseta li dijî Kurdan bi bingehê xwe nehat guherandin. Rêberên Kurd yên ku rêya aştiyê û siyasî hilbijartine, her dem hatine hedefkirin. Kuştina Simko, îdamkirina Qazî Mihemed, suîqasta li ser Dr. Qasimlo û Şerafkendî—hemû ev bûyer nîşan didin ku ev ne tesaduf in, lê encama siyaseta dewletên nîṣanperstan ne.
Îro rejîma Îranê bi krîzên mezin dervazdibin. Heta îro bi sed hezaran mirovên bêguneh hatine îdamkirin, jin bi awayekî rêz û şert hatine hedefkirin û gelên bindest, bi taybetî Kurd, bi şertên giran de mayîn û zordariya de dijîyan. Ji ber vê yekê, îro li gelek deveran Îran bi navê “Komara Îdamê” tê binavkirin.
Lê di heman demê de, têkoşîna Kurd di qonaxekî nû de ye. Kurd êdî tenê nîne. Dengê wan li ser asta hemû navneteweyî cîhanê tê bihîstin. Zordariya û inkarkirina dewletî êdî bi bêdengî nayê pejirandin. Têkoşîna Kurd, ku çar parçe Kurdistanê derbas dike, ne tenê ji bo mafên neteweyî ye; ew ji bo demokrasî, wekhevîya jinan û jiyanekî azad ji bo hemû gelên ku li vê coğrafyayê dijîn e.
Ji perspektîfa diaspora, ev şert berpirsiyariyekî girîng li ser milê me datîne. Em ne tenê şahit in; em divê aktor bin. Dengê rastiyê bi zimanên cîhanê bigihînin, têkoşîna Kurd bi mafên mirovî û adaletê re girêdin, û li dijî normalîzekirina şîdetê rawestin.
Îro dîrok ji nû ve tê nivîsandin. Kurd êdî ne nesneyên pasîf ên dîrokê ne. Di 2026 û piştî wê de, ew di şekilkirina Rojhilata Navîn de dê bibin aktorên bingehîn. Ev ne tenê têkoşîna gelê Kur
d e; ev têkoşîna azadiyê û rûmeta mirovahiyê ye.
Ecdadê me ku canê û kedê xwe li vê axê da, edî di rehetî de razin. Têkoşîna kervanê, hêdî hêdî digihîje menzîla xwe.









Biji Berxwedana jinen Kurd.
Îro dilê me li Rojhilat lêdide