Têkoşîna Jinên Kurda da Hevkarîya Bingehên Civakî û Siyasîyê Navneteweyî
- KDWF FEDERATION
- Dec 28, 2025
- 4 min read
Dîroka têkoşîna jinan de tu carî tenê xebata kollektifê da adaletê ya herêmî nebûye. Avahiyên ku jinan bi şertên dijwar re rû bi rû dijîn—wekî pergala kapîtalîst, milîtarîst, otorîtera diktatorî û nerîna kevnperstî avahiyên serdestî yên cînsî—li ser astekî wekhevîya cîhanî hatine rêxistin.
Ji ber vê yekê, têkoşîna jinan jî hewce ye ku li ser bingehekî navneteweyî da were avakirin. Jibo wî jî têkoşîna jinên Kurd di vê rêza cîhanî de yek ji mînakeke herî girînge û giranbaha û herî guherînere tevgera jinan a navneteweyî de cî digre. Bi vî awayî, dixwazim bala we bîkșînim xebatê Federasyona Jinên Dîasporaya Kurdistanê (KDWF)—ku çend hefte berê kongreya xwe ya yekem bi serkeftinê pêk anî—tenê rêxistinek diasporyayî nîne; ew ji dîroka jinan da modelêk bo têkoşîna jinan a navneteweyî de cîyek polîtîk û stratejîk daye.
Jinên Kurd bi sedsalan re bi gelek şêwazên zordariyê re rû bi rû mane pir tistên xeter ser jinen kurda qewumî: Înkar û siyaseta kolonyal, şertên feodal û avahiyên ku jinan di nav civakê de li bin şertên dijwar dihêle, muhafezekariya olî, şer û tundîya dewletên nîṣanperstan û serdestîya cînsî de ev şertên dijwar jinên Kurd tenê qurban nekirin; bi rastî jî jinên Kurd di nav têkoşîna neteweyî û civakî de cihê bingehîn girtin.
Ji karê nebinî yê malê heta hilberîna li zevî, ji jiyana karî û rêxistina siyasî heta rêyên koçberiyê û hemû qadên têkoşîna neteweyî—jinên Kurd li her qada jiyanê cîvakî, malbatî û siyasî devbi awayekî çalak hebûn. Ev tecrûbeya dîrokî têkoşîna jinên Kurd ji çîrokên femînîst ên klasîk derbas kiriye û ew kiriye rêzekî têkoşînê ya pir-qatî ku mafên civakî, adalet û wekhevîya cînsî bi têkoşîna neteweyî re bi hev dimeṣîne
Bi agahîya ku di têkoşîna sedsalî ya bidestxistina mafên neteweyî yên Kurd de diaspora rolekî girîng lîstiye, têgihiştin ku koç bo Kurdistanê tenê qutbûna erdnîgarî nîne; belê her weha qada nû ya bi rolek nasandina neteweyek, cinsî, polîtîk, çandî û civakî ye. Di vê şertê de, jinên Kurd li diasporayê bi şertên neheqîtiyê yên koçberiyê û her weha bi şertên neheqîtiyê yên civakî yên ku di nav civaka xwe de ye
KDWF li vê xalê hate damezrandin da ku tecrûbeyên parçeparçe yên jinên Kurd bi dengêkî hevpar û bihêz re di rêzekî kolektîf de bicivîne û wan bi hêzekî rêxistî û lobîyî bi rê ve bibe.Federasyon, bi kolektîfkirina zanîn, tecrûbe û birîna têkoşînê ya jinan, wan ji pozîsyona “were piştgirîkirin” derxîne û wan bîne pozîsyona çêker û çalakên polîtîkayê.
Dibe ku gelek ji we niha vê pirsê bipirsin: Çima divê em KDWFê piştgirî bikin?
Piştgirîya KDWFê, ji piştgirîya rêxistinekê zêdetir e; ew bi xwe re têgihiştina perspektîfeke siyasî û civakî ye ku li ser jinên Kurd û mafên wan tê avakirine.
Yekem, KDWF têkoşîna jinan li derveyî cudahiyên îdeolojîk, bi bingehêkî berfireh û pirreng digire. Cudahiyên neteweyî, çînî, çandî û bawerî yên cûda, bê ku were derxistin, di heman paytextê têkoşînê de têne civandin. Ev têgihiştina jiyanê ya bi hemû nasnameyan re li hev digire ye.
Duyem, federasyon di hundirê xwe de modelên rêxistina wekhev, beşdar û demokratîk diparêze. Bi vî rengî, KDWF ne tenê li dijî avahiyên înkarker û kolonyal; her weha li dijî hiyerarşî û derxistinan ên di nav têkoşîna jinan de jî alternatîfekê pêşkêş dike.
Sêyem, KDWF jinên Kurd bi gotina “qurbanî û têkçûn” nayê danasîn. Li dijî wê, wan wekî subjeyên çêker yên civaka azad, pirreng û demokratîk û avakirina guherîna civakî di navenda xwe de têgihiştî dike. Ev nêrîn ji bo tevgera jinan a navneteweyî jî perspektîfeke guherîner pêşkêş dike.
Îro, li gelek deverên cîhanê—bi taybetî li Rojhilata Navîn—di şertên şer û siyasêtên otorîter ên ku bi navê “demokrasî” têne pêşxistin de, barê herî giran li ser jinan e. Lê jinên Kurd tu carî bi winda-bûn û li bendê manê nebûn; wan her dem bi irade, siyaset û hêza rêxistî dengê xwe bilind kir.
Îro jî, KDWF bi rêxistinekî herî berfireh ew iradeya dîrokî li diasporayê bi awayekî sazûmanî temsîl dike. Hevkarîya rêxistinên jinan a navneteweyî bi KDWFê re wateya van tiştan heye:
Nasandina mafên neteweyî û siyasî yên jinên Kurd.
Girêdana têkoşînên herêmî bi ajendaya femînîst a cîhanî.
Têkoşîna jinên cîhanê ji bo wekhevî, adalet, aşîtî û demokrasî li ser bingehekî hevkariya civakî û rêxistî hatiye pêkhatin.
Ev hevkarî tenê têkiliyekî alîyek nîne; ew pêvajoyeke fêrbûnê û têkoşîna hevpar e. Carekî din dixwazim bibêjim ku tecrûbeya dîrokî ya jinên Kurd ji bo tevgera femînîst a navneteweyî xwedî sermayeya polîtîk û teorîk a ciyêk girîng daye.
Ji ber vê yekê, piştgirîkirin û di nava KDWFê de cih girtin ne tenê bijartinek e; berpirsiyariyekî dîrokî û siyasî ye. Li kêleka KDWFê rawestan, vateya li kêleka adaletê, wekheviyê û azadiyê rawestan e.
Ji ber vê yekê, piştgirîya rêxistinên jinan a navneteweyî ji bo KDWFê ne tenê bi jinên Kurd re hevkarî ye; her weha berpirsiyariya dîrokî ya tevgera jinan a cîhanî ye di şertên nû yên cîhanê de jinên Kurd, wekî aktorên bihêz û subjeyên sereke ên têkoşîna hevpar, qeweta dîrokî û hêviya jiyaneke azad û wekhev digirin; hîn jî kêm-nasandina hêza wan û tevgera wan a cîhanî de were ditîn. Hêviya min eve ku ev hêza rengîn bi piştgirîya we hemûyan hê zêde were bihîstin. Dengê me dengê we ye.









Comments