KDWF di 8ê Adarê, Rojê Cîhanî ya Jinan de, Xebatên Diyaloga Diplomatîk û Civakî Didomîne

KDWF di 8ê Adarê, Rojê Cîhanî ya Jinan de, Xebatên Diyaloga Diplomatîk û Civakî Didomîne



Di 8ê Adarê, bi bîranîna Rojê Cîhanî ya Jinan, Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê (KDWF) beşdarî semînerekê bû ku ji bo rola jinan di civakê de çî ye hat ser rola Jinan hatibû amadekirin.

Di dema çalakiyê de, rewebera federasyonê birêz Karine Rashidova Xan jî axaftinek li ser rola jinên Kurd di diasporayê de û alîkariya wan ji bo civaka Ewropayê kir. Di axaftina xwe de, wê girîngiya beşdarbûna jinan, perwerdehiyê, hevkariyê di navbera civakan de û pêşxistina cihê jinan li Ewropayê destnîşan kir.

Ev çalakî her weha derfeteke girîng pêşkêş kir ku bi hin nûnerên siyasî yên Belçîkayê re hevdîtin û guhartina ramanan were kirin. Di nav wan de Ine Tombeur, endamê Parlamentoya Flaman û senatorka (N-VA), û her weha Veerle Bovyn, endama Encûmena Şaredariya Leuven (N-VA), bêşterwanê civînê bûn.

Piştî axaftinê, bi gelek beşdaran re sohbet û guftûgoyên germayî hatin kirin. Hin beşdar dilxwazî nîşan dan ku di paşerojê de di warê rola jinan, civakên diasporayê û beşdarbûna civakî de hevkari û diyalog were berdewamkirin.

Rojê Cîhanî ya Jinan demeke girîng e ku em rola jinan di civakên xwe de bifikirin û ji bo zêdekirina beşdarbûn, wekhevî û derfetên jinan bi hev re bixebitin.

Şev bi atmosferê germ û hevaltiyê bi muzîka Kurdî û xwarinên kevneşopî yên Kurdî hat bidawîkirin; ev jî careke din girîngiya çand, diyalog û girêdana di navbera civakan de nîşan da.
Rêvebêra Federasyona Jinên Diasporaya Kurdistanê (KDWF) bi domdarî xebat dike da ku jinan bi hêz bike û di navbera civakên Ewropayê de hevkari û diyalog pêş bixe.